Xelkê Qamişlo ji ber nebûna avê xwepêşandan kir

Xelkê Qamişlo ji ber nebûna avê xwepêşandan kir

Li hinek taxên bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ev nêzîkî du hefteyan e pirsgirêka avê derketiye.

Welatiyên bajarê Qamişloyê bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka avê xwepêşanda kir û rêya Amûdê ji çûn û hatinê re girt.

Yek ji taxên ku pirsgirêka avê lê heye Taxa Hilêliyê ye.

Niştecihên wê taxê, bi daxwaza çareserkirina pirsgirêkê îro xwepêşandar kir.

Xwepêşanderan rêya sereke ya Qamişlo-Amûdê ji çûn û hatinê re girt.

Xwepêşanderan got ku çavkaniya ava Qamişloyê ji taxa wan e lê ew bê av in.

Ava Qamişloyê ji kû derê tê?

Ava ji bo Qamişloyê pêwîst ji sê staysyonan tê peydakirin.

Di van salên dawiyê de nifûsa bajêr zêde bûye û êdî ava wan her sê stasyona têra bajêr nake.

Herwiha stasyona Hilêliyê ku stasyona herî mezin e û nêzî ji sedî 80 ava pêwîst jê tê niha xirab bûye.

Çavkanî: RÛDAW

Vîdyoyên têkildar

https://x.com/i/status/1802778597993689372

https://twitter.com/i/status/1802777621715100114

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.