Xeta neft a Îraq-Sûrîyeyê wê ji nû ve bê vekirin

Xeta neft a Îraq-Sûrîyeyê wê ji nû ve bê vekirin

Îraqê, daxuyand ku ji bona xeta nefta Îraqê ya li ser bendera Behra Spî ji ser Sûrîyeyê ji nû ve bê şandin lijneyek şandine Şamê.

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtîya Îraqê ve hat belavkirin de lijneyek di bin serokatîya Serokê Serwîsa Îstîxbarata Netewî ya Îraqê Hemîd el-Şatirî ji bo hevkarî, ewlehîya sînor, di warê micadeleya bi terorê re de hevkarî û meseleyên stratejîk ên wek îxracata neftê gotûbej bikin çûn Şama paytexta Sûrîyeyê.

Di nav lijneyê de Fermandarîya Hêzên Sînor ên ku girêdayê Wezareta Karên Hindir yê Îraqê ne, Wezaretên Neft û Barizganîyê û rayedarên payebilind ên Sazîya Derîyên Sînor cîh digrin.

Hat îfadekirin ku ew ê lijne bi rayedarên hikûmetê û Serokê Dewleta Sûrîyeyê Ahmed eş-Şara re hevdîtinê bikin.

Hat ragihandin ku ew di hevdîtinê de xeta borîya neftê ya ku Îraq li ser Sûrîyeyê dişîne Behra Spî ji bona ku ev xet ji nû ve bikeve fealîyetê gotûbej bên kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.