Xwendekareke 16 salî ku li Dîyarbekirê di qeza sevîsa xwendekaran de birîndar bûbû, mir

Xwendekareke 16 salî ku li Dîyarbekirê di qeza sevîsa xwendekaran de birîndar bûbû, mir

Li navçeya Sûrê ya Dîyarbekirê, di encama lihevketina otomobîlek û serwîsa xwendekaran de, xwendekara lîseyê ya 16 salî Îlaynur Atlı li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Xwendekareke lîseyê ku li navçeya Sûr a navenda Dîyarbekirê di qeza otomobîl û serwîseke xwendekaran de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin mir.

Duh, li nava gundên Tileloyê û Qadiyamezin, otobuseke xwendekaran a bi plakaya 21 SC 165 ku ji aliyê Ramazan T. ve dihat ajotin, otomobîleke li pey wî dihat lê dawîya serwîsê ket. Ajokar û 8 xwendekar di qezayê de birîndar bûn.

Xwendekar Îlaynur Atlı (16) ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû, ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin lê tevî hemû mudaxeleyên tendurustî jî nehat xelaskirin.

Lêpirsîna qezayê berdewam dike.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.