Yapicioglu di Komîsyona “Tirkîyeya Bêteror” de wê HUDA PARê temsîl bike
Di Komîsyona Tirkîyeya Bêteror a ku wê di Meclîsa Gel a Mezin ê Tirkîyeyê de bê damezrandin de, bi navê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu cîh bigre.
Di hedefa “Tirkîyeya Bêteror” de, komîsyona ku di bin bana Meclîsê de bê damezrandin hêdî hêdî diyar dibe.
Di vê çarçoveyê de ew ê HUDA PARê, Serokê Giştî yê partîyê Zekerîya Yapicioglu temsîl bike.
Ofîsa Çapemenîya HUDA PARê, rast kir ku ew ê Zekerîya Yapicioglu beşdarî komîsyonê bibe, “Biryarên ku wê di komîsyonê de werin girtin; daxwaz dikin ku ji yekitîya welatê me, pêkhatina biratîya me û ji bo herêma me bibe wesîleya xêrê.”
Di komîsyona ku tê texmînkirin ku 51 parlamenter hebin de li gorî partîyan hejmar ewakî ne: AK Parti 21, CHP 10, DEM Parti 4, MHP 4, Koma Rê ya Nû 3 (Siberoj, Deva, Saadet), ÎYÎ Partî 3, HUDA PAR, Ji Nû Ve Refah, Partîya Karker a Tirkîyeyê (TÎP), Partîya Emek (EMEP), Partîya Çep a Demokratîk (DSP) û Partîya Demokrat jî ew ê bi 1 wekîlan temsîl bibin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.