Yapicioglu ji bo kesên ku di şewata daristanê de canê xwe ji dest dane peyama sersaxîyê parve kir
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo kesên ku di şewata daristanê ya li Seyitgaziya Eskîşehîrê de canê xwe ji dest dan peyama sersaxiyê weşand.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got, "Xwedê rehma xwe li birayên me yên qehreman ên ku di dema xizmeta xwe ya fedakar de canê xwe ji dest dane bike; Xwedê ji malbat û hezkirîyên wan re sebrê bide, serê wan sax be.”
Yapicioglu di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“İnnâ lillâhi ve innâ ileyhi raciun
Em ji ber windakirina pênc xebatkarên daristanê û pênc dilxwazên AKUTê yên ku di dema bersivdayîna şewata daristanê ya li navçeya Seyitgazi ya Eskîşehîrê de di nav agir de man pir xemgîn in.
Xwedê rehma xwe li birayên me yên qehreman bike ku di dema xizmeta xwe ya bi fedakarî de caê xwe ji dest dane, û ez sersaxî û sebirê ji malbat û hezkiriyên wan re dixwazim.
Eşkere ye ku divê tedbîrên tesîrdar ji bo micadeleya li dijî şewatên daristanan werin girtin, ku her sal bi hezaran hektar daristan wêran dikin û zirarê didin bi sedan kesan. Wekî din, bi tevî daristanên me, ew ê pişikên me û mixabin, canên me jî wê bişewitin.
Divê ev bûyera trajîk bi hemû aliyên xwe ve bi baldarî were lêkolînkirin û kesên ku wekî îhmalkar an jî sûcdar hatine dîtin, divê li ber qanûnê hesab bidin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.