Yek ji serkirdeyên HDK li Sûdanê hat kuştin

Yek ji serkirdeyên HDK li Sûdanê hat kuştin

Hamid Elî Ebûbekir, fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) yên paramîlîter li Sûdanê, di êrîşa dronê de hat kuştin.

Li gorî rojnameya Sudan Tribune, Hamid Elî Ebûbekir, serokê HDK, li wîlayeta Darfûra Navîn di êrîşeke ÎHAyê de hatiye kuştin.

Li gorî rojnameyê, Hemîd Elî Ebûbekir wekî şêwirmendê ewlehiyê yê fermandarê HDKê kar dikir. Ew her wiha yek ji fermandarên Konseya Şiyarbûna Şoreşgerî (RAC) bû, ku ew fraksiyonek girêdayî HDKê ye.

Heta niha ti kes wekî berpirsê êrîşê nehatiye naskirin. Li gorî rojnameya Sudan Tribune, Ebûbekir di demên dawî de bi serokê DUKê Musa Hilal re nakokî hebû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.