Yekgirtû ji Parlamentoya Kurdistanê vedikişi

Yekgirtû ji Parlamentoya Kurdistanê vedikişi

Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) ragihand ku ewê piştî 6ê Mijdarê ji Parlamentoya Kurdistanê vekişin.

Rêveberiya Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) îro civînên xwe yên awarte li dar xist.Di daxuyaniya piştî civînê de hat gotin, “Di civîna ku me pêk anî de, me li ser helwêstê li hember dirêjkirina neqanûnî ya dema erkê Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kir. (Li gorî vê yekê) Yekgirtû piştî 6'ê Mijdara 2022'an wê ji parlamentoyê vekişe.

DEMA PARLEMENTOYA KURDISTANÊ HAT DIRÊJBÛN

Di rûniştina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya 9’ê Cotmehê de, projeya qanûna dirêjkirina erka parlamentoyê bi piraniya dengan hat qebûlkirin.Di encama dengdanê de biryar hat dayîn ku karê parlamentoya dema pêncem salek din were dirêjkirin.

Dengê Xana Axpar

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.