
Yekîtîya Ewrûpayê mueyyîdeyên li ser Sûrîyeyê rakir
Wezîra Karên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê Kaja Kallas, îfade kir ku YE di fikra alîkarbûna lêkirina welatekî aştîxwaz, berfireh û nû ya ji gelê Sûrîyeyê re de ye.
Kaja Kallas, piştî civîna Konseya YE ya li Brûkselê li ser hîsaba xwe ya Xê daxuyanîyek parve kir.
Kallas weha got, “Me îro biryar da ku em ê mueyyîdeyên aborî ya ku li ser Sûrîyeyê tetbîq dikin rakin. Em dixwazin ku ji gelê Sûrîyeyê re di warê lêkirina welatekî nû, berfireh û aştîxwaz de bibin alîkar.”
Li gorî Kallas, “Yekîtîya Ewrûpayê di nav 14 salên dawîn de daîma li cem gelê Sûrîyeyê bûye û ew ê ev bihevrebûnê jî bidomîne.”
Di mehên dawîn a sala borî de komên muxalîf ên çekdar li dijî mewzîyên artêşa Sûrîyeyê tevgerekî mezin û berfireh dabûn destpêkirin û ketibûn Şamê, dûre hikûmet Şamê terk kiribû. Beşşar Esad ji wezîfeya xwe ya Serokatîya Dewleta Sûrîyeyê îstîfa kiribû û welatê terk kiribû. Serokê fiîlî ya Sûrîyeyê jî, serokê koma Heyet Tahrîr eş-Şamê Ahmed Şara bûbû.
Ye, ji sala 2011an vir ve li dijî Sûrîyeyê mueyyîdeyên aborî tetbîq dikir. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.