Yemen dîsa piştgirî da Xezzeyê

Yemen dîsa piştgirî da Xezzeyê

Ji bo şermezarkirina hovîtiya li ser Xezzeyê, li giştîyê Yemenê li gelek bajarên cuda meş hatin lidarxistin.

Piştî peyama serokê Tevgera Ensarullah Seyîd Ebdulmelîk el-Hûsî ya doh ku ragihandibû têkoşîna Yemenê li dijî rejîma sîyonîst dê bi biryardarî bidome, li gelek bajaran xwepêşandan bi beşdariyeke mezin hatin lidarxistin.

Li gorî televîzyona El Mayadeen a li Lubnanê, gelê Yemenê ji bo şermezarkirina wehşeta li Xezzeyê derket kolanan.

Îro li parêzgehên Saade, Reyme û Maribê xwepêşandanên giştî yên berfireh hatin lidarxistin.

Xwepêşanderan bi protestokirina qirkirin û tawanên ku ji teref rejîma sîyonîst ve li Xezzeyê hatine kirin, piştgiriya xwe ji bo berxwedana Filistînê dubare kirin.

Şerê qirkirinê yê ku ji hêla Emrîka û rejîma sîyonîst ve bi hev re tê meşandin gihîştiye roja xwe ya 728an û ji 7ê Cotmehê vir ve hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 66 hezar û 148an. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.