Yemenê bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk li balafirgeha Ben Gurionê xist

Yemenê bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk li balafirgeha Ben Gurionê xist

Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk balafirgeha Lod (Ben Gurion) a li herêma Yaffa ya îşxalkirî hedef girtin.

Yekîneyên mûşekî yên Hêzên Çekdar ên Yemenê di operasyona ku li dijî Balafirgeha Lodê bi mûşekên balîstîk ên hîpersonîk pêk anîn de, balafirgeha sivîl a Lodê hedef girtin.

Li gorî daxuyaniyê, mûşek bi serkeftî li hedefa xwe xistiye, bi mîlyonan îşxalkerên sîyonîst ber bi stargehan ve reviyan û trafîka hewayî ya li balafirgehê jî ji bo saetekê rawestiyaye.

Di daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Yemenê de weha hat gotin:

"Li hember qirkirina berdewam a li Xezzeyê, komkujiyên rojane, birçîbûna ji ber dorpêçê û bêçaretiya cîhana Îslamê, em û tevahiya ummeta azad di bin mesulîkeyetekî mezin a dînî, exlaqî û mirovî de ne."

Di vê çarçoveyê de, hate ragihandin ku artêşa Yemenê dê dorpêça ku li ser deverên hewayî û behrê ferz kiriye û berfireh bike. Hate diyarkirin ku qedexeya hewayî ya li ser Balafirgeha Lodê (Ben Gurion), û her wiha sînordarkirinên li ser trafîka behrê ya li Behra Sor û Behra Umanê, dê berdewam bikin.

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Bijî Yemena serbixwe! Bila serkeftin ya zarokên azad ên Yemenê û Ummetê be." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.