
Yemenê ji rejima sîyonîst re dorpêça hewayê da destpêkirin: Ew ê ummet teslîm nebe
Hêzên Çekdar ê Yemenê, îlan kir ku ew ê rejima îşxalker a ku êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê dijwartir kirîye hedef bigrin û peyama, “Ew ê ev ummet teslîm nebe, serê xwe netewîne.”
Hêzên Çekdar ê Yemenê ji biryara rejima îşxalker ku gotibû ew ê li dijî Xezzeyê êrîşên xwe zêdetir bikin re bertek nîşan da, û daxuyand ku ew ê li dijî rejima sîyonîst dorpêçekî hewayê ya berfirehtir bidin destpêkirin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di serî de Balafirgeha Ben Gurionê wê hemû balafirgehên li nêzê Tel Avîvê ji nû ve bêne hedefgirtin.
Di daxuyanîya ku ji teref artêşa Yemenê ve hat belavkirin de bang li şîrketên balafiran hat kirin, û ji wan hat xwestin ku piştî ji vê daxuyanîyê hemû seferên wan ên ji rejima sîyonîst re betal bikin. Sebeb jî temînkirina ewlehîya rêwî û balafiran hat nîşandan.
Hat îfadekirin ku rejima sîyonîst tenê Xezzeyê hedef nagre, ew welatên dinê yên Ereban jî wek Libnan û Sûrîyeyê hedef digre. Hêzên Çekdar ê Yemenê daxuyand ku ew ê ji vê êrîşdarîyê re bêdeng nemînin û gotin, “Ew ê ummet teslîm nebe, serê xwe netewîne.”
Di dawîya daxuyanîyê de hat gotin, “Xwedê ji me re bes e, Ew wekîlekî çi xweşik e û alîkarîyekî çi xweşik e.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.