Yemenê, li Balafirgeha Ben Gurion, Eskalan û Bîrûssebayê xist
Hêzên çekdar ên girêdayê Ensarullahê Yemenê, lin av rejima sîyonîst sê cîhên stratejîk hedef girtin. Hat daxuyandin ku ev çalakîyên piştgirîya Xezzeyê wê berdewam bikin.
Mucahîdên Ensarûllahê desteka xwe ji Filistînê re dewam dikin. Mucahîdên Ensarûllahê sê operasyonên cûda li dijî rejîma terorê li darxistin.
Hat destnîşankirin ku Ensarûllahê li dijî Balfirgeha Ben Gurionê, Eskalan û Bîrûssebîyê operasyon li dar xistiye.
Hêzên leşkerê yên Ensarûllahê ragihand ku ew bi fuzeyan sê operasyon li dijî Balfirgeha Ben Gurion, Eskalan û Bîrûssebîyê operasyon li dar xistiye. Û dûre weha got, “Operasyonên me bi serkeftî bûye. Me operasyonên xwe şeva êvara înê lidarxistiye. Sê hedef jî bi ÎHAyan hatiye hedefgirtin. Hetanî ku êrîşên rejîma terorê dewam bike emê jî operasyonên xwe dewam bikin û emê tu carî xelkê Xezzeyê tenê nehêlin.”
Di daxuyanîyê de bang li welatên Ereb jî hat kirin û weha hat gotin: “Heger hûn îro jî ji bo xelkê Xezzeyê yên bira ku ji ber birçîbûnan can didin nesekinin û karekî nekin, hûnê kêngê dengê xwe derxînin û karekî bikin. Gelo hûnê ji bo dîn, bawerî, exlaq, wijdan û însaniyeta xwe kêngê rabin ser piyan û hişê xwe bidin serê xwe? Wê tarîx ev qetlîama mezin ji bîr neke. Wê helbet kesên bêdeng, kesên destekê didin qetlîamê û kesên di şûn de dimîne jî wê jibîr neke.”
Ensarûllahê di dawîya daxuyanîyê de weha got, “Emê bi her awayî destekê bidin Xezzeyê. Emê nehêlin ku tu keştî li ser behrê biçin rejîma terorê û emê Behra Sor ji keştîyên rejîma terorê û destekvanên wan re bikin cehennem. Bedela wê çi dibe bila bibe, emê serî netewînin û emê desteka xwe ji Xezzeyê re dewam bikin û operasyonên xwe li dijî rejîma terorê dewam bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.