Zarokê Sûrî yê ku bi nexweşiya gurçikê ketiye li hêviya alîkariyê ye
Malbata Sûrî ya ku ji ber herba nevxweyî reviyabû û hatibûn li Entabêji bo zarokê xwe yê ku bi nexweşiya gurçikê ketiye alîkariyê dixwazin.
Ahmet Cûneydê 7 salî yê ku ji ber herba navxweyî ji Sûrî reviyabû û li Entabê bi malbata xwe re wek penaber dijî, ji ber ku dûçarî nexweşiya gurçikê bûye ew û malbata wî rojên zor û zehmet derbas dikin. Malbata Cuneydî ji bo zarokê wan jî wek hevalên xwe bi sihet be, ji rayedar û xêrxwazan alîkariyê dixwazin.
Rewşa bi keser û elem a penaberên Sûrî yên ku ji ber herba navxweyî reviyane û li seranserên dinyayê bûne penamber dilan diêşîne. Malbata Cuneydî ev 4 salê wan e ku li Entabê dijîn û ji xeynî êş û elemên herbê, ew ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jî rojên zor û zehmet derbas dikin.
Bavê Ahmet Cuneydî, Alî Cuneydiyê (31) salî diyar kir ku ew dixwaze gavek berî gavekê lawê wî bê tedawîkirin û ji bo vê yekê ew li hêviya destek û alîkariyê ye.
Alî Cuneydî ji ber herba navxweyî behs û qala zor û zehmetiyên ku kişandiye kir û wiha got: “Vê herbê em perîşan kir. Em ji hev de ketin û perîşan bûn. Ji ber vê herbê zarok ji diya xwe, dê ji zarokên xwe veqetiyan. Em perîşan bûn û em rojên pir zor derbas dikin. Ev herba ji me re pir giran tê û me pir êşand.”
Cuneydî destnîşan kir ku ew ji ber mirinê reviyane û hatine Tirkiyê û li vir di bin şert û mercên zor û zehmet de micadeleya debarê didin.
Cuneydî îfade kir ku, dema li Sûrî mala wan xera bû ew û 4 zarokên xwe di bin şertên zor û zehmet de hatine Tirkiye û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber em ji herbê reviyan û hatine vir, her kes me bi çavekî nebaş li me dinêrin. Ev rewş jî me mehzûn dike. Çawa be jî welatê her kesî li ba wan şêrîn e. Însan li welatê xwe bi qedr û qîmet in. Lê belê li welatê din kes tu xatirî nadin me . Li Sûrî mala me xera bû, em perîşan bûn. Lê belê ji destê me jî tu tişt nayê. Ji ber em mecbûr in, em li vir dijîn. Di herban de encam, her tim wanî ye, tu zemanî herbên navxweyî ne baş in. Ez û malbata xwe û 4 zarokên xwe em hatin Tirkiyê. Şikir ji Xwedê re em bi awakî debara xwe dikin.”
“Halê lawê min perîşan e; lê belê tiştek ji destê min nayê”
Cuneydî diyar kir ku dema ew li Sûrî bûn lawê wî nexweş bû û li wir carekê emelîyat bû û ew ji bo nexweşiya lawê xwe li çareseriyekê digerin û dû re wiha got: “Lawê min ji 2 salî pê de duçarî vê nexweşiyê bûye. Ji wê rojê pê de ez jî êş û janê dikşînim. Dema em li Sûrî bûn, min lawê xwe bir doxtor, ji min re got nexweşiya wî ya gurçikê yê. Dema lawê min îdrar dikir piz zehmetî dikşand. Piştî nexweşiya wî pêşve çû ji mecbûrî me wî emeliyat kir. Niha ji 5 saetan carekê derikevê tuwaletê. Textoran ji bo zarokê min îdrara xwe bi rehetî bike xortûmek dan wî. Gerek her tim îlacan bixwe û xortûmê bikar bîne. Ji ber dirûma me ya maddî ez nikarim her tim îlacan bigrim. Lewra îlac pir zor tên dîtin. Halê lawê min perîşan e; lê tiştek ji destê min nayê”.
“Bavo çima ez nikarim wek zarokê din bileyzim”
Cuneydî da zanîn ku tenê daxwaza wî zarokê wî bê tedawîkirin e û dû re wiha dewam kir: “Ez dixwazim lawê min li Tirkiyê bidim emeliyatkirin; lê derfeta min tune ye. Me pir caran ew biriye nexweşxaneyê, hebkî tedawî bû, lê belê hê jî pirsgirêk hene. Em dibên belkî emeliyat bibe û baş bibe. Tixtor dibêjin em nikarin emeliyat bikin. Gotin ger herê Enqerê an Sitenbolê belkî emelîyat bibe. Feqet xwestin bi îlacê dane me em tedawiya wî bikin. Ji ber feqiriyê ez nikarim îlaca jî bigrim. Ji Xweda daxwazek min heye. Ez dixwazim lawê min jî wek zarokê din li kolanan bileyze. Lewra ew hê zarok e. Ez dixwazim dilê wî jî rehet be. Dema zarokên birê min dibîne mehzûn dibe. Ji min re dibêje bavo çima ez nikarim wek zarokên din bileyzim, çima ew îlaca naxwin, tenê ez îlacan dixwim? Ma çî min ji yê van zarokan kêm e? Ji ber vê yekê ez qet naxwazim zarokên birê min werin mala min. Çimkî ez naxwazim ew bi vî awayî mehzûn bibe. Dema ew zarokên din dibîne mehzûn dibe.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.