Zarokekî ku li Dîyarbekirê di qanala avdanê winda bûbû mirî hat dîtin.
Muhammed Gültekin ê 16 salî ku li Dîyarbekirê ji bo sarbûnê ketibû nav qanala avdanê, piştî ku di nav avê de winda bûbû, di dema lêgerînê de mirî hat dîtin.
Bûyer îro piştî nîvro li taxa Dokuzçeltik a navçeya Yenişehir a Dîyarbekirê qewimî.
Li gorî agahiyan, Muhammed Gültekin ê 16 salî ji bo sarbûnê ketiye nav qanaleke avdanê ya aîdî Karên Avê ên Dewletê (DSÎ) li taxa Dokuzçeltik.
Piştî ku demek kurt ji çavan winda bû, xizmên wî agahî dan servîsên acîl ya 112an.
Piştî wergirtina raporê, tîmên lêgerîna binavî, AFAD (Serokatiya Rêveberiya Karesat û Awarte), tîmên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Cendermeyan û polîs şandin cihê bûyerê.
Piştî nêzîkî du saetan lêgerînê, Gültekin di nav avê de mirî hat dîtin.
Cenazeyê Gültekin ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.