Zarokên Rojava yên ku ji erdhejê zirar dîtinê banga alîkarî kirin

Çawa ku erdhej li bakur bûn sedema gelek ziyan û ziraran bi heman awayî li rojava jî bûn sedema xirabûn û hilweşînê.

Di qeydên ku ji teref nûçegihanên me ve li rojava hatin qeydkirin de tê dîtin ku rewş li rojava qet nebaş e û kevir li ser kevir nemaye.

Zarokên rojavayî yên ku ji ajansa me re axivîn banga alîkarîyê kirin û daxwaz kirin ku ji wan re alîkarî bê kirin.

Îro ji teref Umut Kervani, Yetimler Vakfi, Avrupa Yetim Eli û IHO EBRAR ve 3 tir alîkarî ji welatîyên rojavayî re hat kirin.

Rayedarên sazîyên alîkarîyê destnîşan kirin ew ê alîkarîyên wan berdewam bikin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.