Zekerîya Yapicioglu: Em li ser derxistina namzetan di hilbijartinên giştî de difikirin

Zekerîya Yapicioglu: Em li ser derxistina namzetan di hilbijartinên giştî de difikirin

Zekerîya Yapicioglu'yê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê, diyarkir ku ew difikirin ku di hilbijartinên giştî yên li pêş de li gelemperîya Tirkiye'yê de namzetan derxin.

Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicioglu, di çarçoveya ziyaretkirina li çar alîyê Tirkiye'yê de piştî bernameya Kirklarelî'yê derbasî Edîrne'yê bû.

Yapicioglu li navenda Sûka Alî Paşa, derûdora Mizgefta Kevn a Edîrneyê, di Caddeya Çîlîngîrlera de dikandaran ziyaret kir û bi welatiyan re hevdîtinê kir; wî li pirsgirêkan guhdarî kir.

Yapicioglu piştî ziyaretên dikandaran daxuyanî da ji rojnamevanan re û diyar kir ku turîstên ji Bulgaristan û Yûnanîstan'ê bêyî pasaport û nasnameyê derbasî Edîrne'yê karin bibin û dan û standinên li vir dikin dikandaran rehet dike.


Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicioglu

"Pir gilî ji xebatên Şaredarîyê hene"

Yapicioglu, diyar kir ku piraniya dikandar û gel giliyên xebatên şaredariyê ji wî re gotin. Yapicioglu di daxuyaniya xwe de werê dewam kir, "Di heqê kêmîyên rêyan, peyarêyan û binesazîyan de gilî hene. Dema ku em li Edîrne'yê digerin çav li vana dikeve. Di vê mijarê de gerek şaredarî li van pirsgirêkan bihise û xebatên xwe bîne asteke hîn baştir."

Yapicioglu bal li ser girîngîya çandî, dîrokî û îqtîsadî ya Edîrne'yê kişand û wusa got:

"Edîrne serbajareke çandî ye. Serbajartîyê li Osmanîyan kirîye. Ji her derê wê dîrok derdikeve. Ji bo geş bûna turîzma dîrokî û çandî gerek hin tedbîran bên girtin. Ji bo vê jî divê binêsazî û veguhastinê hinekî din bên başkirin.

Di heman demê de Edîrne bajareke çandinîyê ye. Di rêjeyeke girîn de çêkirina çeltûkê heye. Bihabûna tiştên çandiniyê ev demeke dirêje cotkarên me xistiye nava rewşeke dijwar, lê hinek pêşketin çêbûne. Lê belê ev têrî nakin. Ji bo ku cotkar hinekî rehet bibe divê hin gav bên avêtin. Bi taybetî divê çandinî bê plankirin.

Di heman demî de Edîrne bajareke xwendekara ye. Zanîngeha Trakya'yê xwedî potansiyeleke pir cidî ya xwendekaran e. Ev ji bo îqtîsada bajêr alîkariyek cidî dike.


"Em li ser derxistina namzetan di giştik bajaran de difikirin"

Yapicioglu, li ser pirsa rojnamevanekî ya ku hûnê di hilbijartinên giştî de namzetan derxin an jî na wilo bersiv da, "Di hilbijartinên 2018'an de me di 81 bajaran de namzetên mebûsan derxist. Înşallah em derxistina namzetên a di vê hilbijartinê de jî ji bo giştik bajaran difikirin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.