Zekerîya Yapicioglu: Îmhekirina her Kurdê ku sitûyê xwe ji wî re xwar nake hedefa esas a PKKê ye

Zekerîya Yapicioglu: Îmhekirina her Kurdê ku sitûyê xwe ji wî re xwar nake hedefa esas a PKKê ye

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê derheqê êrîşên ku PKK li Sûrîyê li ENKS û bûyîngên Kurd yên dinê dike de nirxandinan kir, ew got ku PKK, ji êrîşên xwe yên bûyîngên Kurd re dema ku firsetê bibîne ew ê berdewam bike.

Yapicioglu derheqê êrîşên ku PKK li Sûrîyê ji biroya ENKS û rayedarên wan re dike de nirxandinan kir.

Yapicioglu di nirxandina xwe de destnîşan kir ku PKK, ji sazkirina xwe heta niha tiştê ku dike tenê ev e ku şewitandin û kuştin e, tarîxa PKKê tim û tim bi êrîş û qetlîaman tijî ye.

“Tiştê ku PKK herî baş dike; şewitandin, xirakirin û kuştin e”

Yapicioglu di axavtina xwe de rewşa PKKyê ku xeyn ji xwe ji tu kesê re û ji tu kesê ku di binê navê xwe de nedaye komkirin re goh nade jîyana mafê wan û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Xeyn li Sûrîye nîne, bi tenê ne îro jî, bi tenê ne li Kurdistana Başûr jî… PKK, ji sazkirina xwe heta niha, di tarîxa 1978an ku hatîye sazkirin vir de, tiştê ku herî baş dike, tiştê ku herî pir dike û tiştê ku yê tenê dike jî; di eslê xwe de şewitandin, xirakirin û kuştin e. Ev tiştê daîma dubare dikin. Çîmkî ev tişt di xwîna wan de heye, daîma ev tişt di pratîka wan de hene.”

“PKK, zirara herî mezin dide xelqê Kurd ê ku ew îddîa dike heqê wan diparêze”

Yapicioglu axavtina xwe weha domand, “Li kû derê sazîyek Kurd, Partîyek Kurd an kom an jî rêxistin yê ku serê xwe ji wî re natewînin an jî wek wî nafikirin ku hebin bi taybetî êrîşî wan dike. Van êrîşên ku dawî hatine kirin jî ‘eynî ye, tu ferqekî tineye di nav wan de, ji ber vê gerek ji bona ev tiştê neyê ecêbmayîn. Tarîxa PKKê, daîma bi qetlîam û êrîşan tijî ye û bi taybetî jî zirarê herî mezin dide Kurdan. Digel îddîa dike ku ew heqê Kurdan diparêze û bi navê Kurdan hereketê dike, zirara herî mezin dide Kurdan û daîma êrîşên xwe dide berê wan. Em êdî hêvî dikin ku bila vê rewşê Kurda şîyar bike! Erê îmhakirina her sazîyê Kurd yên ku wek wî nînin û wek wî nafikirin, hedefa wî û armanca wî ye. hêvîkirina tiştekî dinê jî gerek neyê hêvîkirin.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku PKK, dema ku bi qewet bibe û dema ku firsetê biqefêle ew ê her dem van êrîşên xwe bidomîne û ew li axavtina xwe weha dawî kir, “Ew êrîşên xwe di van demên dawîn de, bi taybetî li herêma Kurdistana Sûrî, sazî û partîyên Kurd yên li wê derê û kurdên ku ne di bin navê rêxistina wan de zêde kir. Dema ku kengê firsetê bibîne ew ê cardin wan êrîşên xwe bike û bidomîne. Hinekan ji PYD û YPGê re ji bona ku wan êrîşan bide sekinandin hinek bangan dikin. Bila neyê ji bîrkirin ew ê ev tişt, heta ku qeweta wî hebe di her firsetî de û di her demî de ew ê bidomîn e.” (ÎLKHA)
https://youtu.be/sB2UJ9dM4uE

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler