Zilamê ku 4 roj bûn winda bû li mala xwe ya li Erxeniyê mirî hat dîtin
Hat ragihandin ku Îlhan Oztekînê 57 salî ku çar roj bûn winda bû, li mala xwe ya li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê mirî hat dîtin.
Îlhan Öztekin (57) ku çar roj bûn winda bû, li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê ji aliyê xizmên wî ve li mala xwe mirî hate dîtin.
Bûyer li dora nîvro li Kolana Gülbaran a li Taxa Kemaliye ya Erxeniyê qewimî. Xizmên Öztekin, ku çar roj bûn ji wî agahî negirtin, çûn navnîşana wî. Dema ku wan zengila derî lêxist û tu bersiv negirtin, derî şikandin û ketin hundir. Xizmên wî dema ku Öztekin bêliv dîtin, rewşa wî ji Navenda Banga Lezgîn a 112 re ragihandin. Tîmên paramedik û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî muayeneya ji aliyê paramedikan ve, Öztekin mirî hate dîtin. Cenazeyê wî ji bo otopsiyê birin morgê.
Li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.