10 Hezar Memûrên Parêzkar
Wezîrê karên hundir Mûammer Guler, li meclîsê pirsên rojnamevanan bi cewab kirin. Guler da zanîn ku wê ji bo ewlehiya zanîngeh û stadyûman, di şûna ewlehiya xisûsî de, 10 hezar memûrên parêzkar îstîhdam bikin.

Guler di heqê ewlehiya xisûsî de maddeya 130î ya qanûnê anî ziman û wiha got “Zanîngeh û parçeyên pê ve, di bin kontrol û çavdêriya dewletê de ne û ji bo ewlehiya wan dewlet tedbîran digire. Dewlet dikare bi şeklê polîsan li wir tedbîrên hewce bigire û yan jî bi ewlehiya xisûsî wan tedbîran bimeşîne. Lê belê selahiyetdariya ewlehiya xisûsî mîna ya polîs û eskeriyê tune ye. Ji lew hinek pirsgirêk diqewimin.” BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.