105 xwendekar bi jehrê ketin

105 xwendekar bi jehrê ketin

SEMSÛR - Hat ragihandin ku li navçeya Kahtaya Semsûrê 105 xwendekar ji ber xwarina ku xwaribûn bi jehrê ketine.

Hat ragihandin ku li navçeya Kahtaya Semsûrê 105 xwendekarên ku li bajaroka Akincilar û Gundê Goçerî de perwerdehî dibînin ji ber xwarina ku xwaribûn bi jehrê ketine.

Gor agahiyên hatine bidestxistin xwendekar piştî ku xwarina nîvro xwarin di derdora saet 14.00an de dilê wan lihev ket û serê wan êşiya. Ji ber vê yekê çûn nexweşxanê.

Hat ragihandin hinek xwendekar bi ambulansê û hinek jî bi derfetên malbatên xwe çûn Nexweşxaneya Dewletê ya Goçerî. Hat ragihandin ku hinek xwendekar piştî tedawiyê tabûrcî bûne û tedawiya hinek xwendekaran jî didome. (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.