11emîn Hevdîtina Alimanan ew ê li Dîyarbekirê were lidarxistin
11emîn Hevdîtina Alimanan, ku ji aliyê Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve tê lidarxistin, wê di 10-11ê Cotmehê de li Dîyarbekirê bi mijara "Di Da'wetê de Rêbaz û Şêwazên Nû" were lidarxistin.
11emîn Hevdîtina Alimanan, ku ji aliyê Yekîtîya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve tê lidarxistin, wê di 10-11ê Cotmehê de li Dîyarbekirê were lidarxistin.
Yekîtîya Alimanan (ÎTTÎHADUL ULEMA) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Hevdîtina Alimanan a îsal, ku ji sala 2015an vir ve her sal di meha Cotmehê de tê lidarxistin, ew ê bi mijara " Di Da'wetê de Rêbaz û Şêwazên Nû" pêk were.
Di daxuyaniya ji aliyê Yekîtiya Aliman ve hatî dayîn de ev tişt hatin gotin:
"Ji sala 2015an vir ve, em her Cotmehê bernameya xwe ya 'Hevdîtina Aliman' li dar dixin. Îsal, di 10-11ê Cotmehê de, em wê li Dîyarbekirê bi mijara 'Di Da'wetê de Rêbaz û Şêwazên Nû', bi beşdariya alimên navdar ji welatên Îslamî, di serî de Tirkiye, û her weha Hikûmeta Herêma Kurdistana, Îraq, Îran, Sûriye, Filistîn, Misir, Efxenistan, Qeter, Lubnan, Sûdan û Urdunê li dar dixin.
Di civîna me de, ku dê di bin serokatiya alimên ku berpirsiyariyeke girîng di têgihîştin, pratîkkirin û veguhestina rast a Îslamê bo nifşên pêşerojê de hildigirin de were lidarxistin, wê derfet û pirsgirêkên ku di cîhana îroyîn de li pêşiya da'wetê (vexwendina bo Îslamê) ne werin nîqaşkirin. Rêbaz û şêwazên nû û lêgerînên ku divê di xebata da'wetê de li hember amûrên ragihandinê yên guherbar, veguherînên civakî û hewcedariyên nifşên nû werin şopandin, dê bi berfirehî werin nirxandin." (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.