Hişyarî ji pispor li ser tenduristiya dil: Hişyarî li ber êşên ku ji nîşka ve dest pê dikin
Endamê Heyeta Mamosteyan ê Beşa Kardiyolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê ya Rihayê Doç. Dr. Halil Fedai diyar kir ku êşên sîngê yên ku ji nîşkê ve dest pê dikin û ji rêzê der derdikevin, dikarin bibin nîşana nexweşiyên giran ên dil û damaran.
Endamê Heyeta Mamosteyan ê Beşa Kardiyolojiyê ya Nexweşxaneya Zanîngeha Harranê Doç. Dr. Halil Fedai, bal kişand ser girîngiya tespîta zû û destwerdana di wextê xwe de ya di nexweşiyên dil û damaran de û hişyarî da welatiyan.
Fedai diyar kir ku êşên sîngê yên ku di civakê de zêde têne dîtin dikarin ji sedemên cuda derkevin holê û ifade kir ku nexweşiyên sîstema masûlke-hestiyan, nexweşiyên sîstema digestionê (herisê) û yên rêya bêhnstendinê jî dikarin bibin sedema êşa sîngê; lê belê hin nîşan dikarin bibin îşaretên pirsgirêkên giran ên dil.
Diqqat bigrin ser êşên ji ber dil diqewimin
Fedai diyar kir ku êşên sîngê yên ku ji dil çêdibin dikarin ji kesekî heta kesekî din biguherin; anî ziman ku ji bilî hesta zext, jidandin, şewitîn an jî giraniya li ser sîngê, belavbûna êşê ya ber bi mil, milê destan, pişt, stû an jî çeneyê ve divê ber çavan re bê derbasirin.
Fedai tomarkir ku bêhnçikîn, xwêdana sar, dilxelandin û bêtaqetiya ji nişka ve jî di nav nîşanên girîng de ne û nemaze gilî û gazincên ku bi çalakiya fizîkî re zêde dibin divê îhmal nebin.
"Her êşa sîngê ne krîza dil e"
Fedai bal kişand ser ku her êşa sîng û piştekê nayê wateya krîza dil û diyar kir ku reflû, nexweşiyên sîstema masûlke-hestiyan û nexweşiyên rêya bêhnstendinê jî dikarin bibin sedema gilîyên wiha. Wî ifade kir ku tespîta rast tenê piştî muayeneya bijîşkê pispor û ceribandinên (tetkîkên) hewce dikare bê danîn.
Fedai diyar kir ku tansiyona bilind, diyabet (şekir), kolestrola bilind, karanîna gurp û giran a cixareyê û kîloya zêde ji bo nexweşiyên dil û damaran faktorên girîng ên rîskê ne û anî ziman ku kesên ku di malbata wan de dîroka nexweşiya dil a temenê biçûk heye jî divê gilîyên xwe ber çavan re derbas bikin.
"Tespîta zû û destwerdana di wextê xwe de jiyanê rizgar dike"
Fedai teqez kir ku di êşên sîngê yên ku ji nişka ve derdikevin holê de divê dem neyê windakirin û ev îfade bi kar anîn: "Êşa sîngê ya ku ji nîşkê ve dest pê dike û ji rêzê der derdikeve, nemaze ku bi gilîyên wekî bêhnçikîn, xwêdan an jî dilxelandinê re bê dîtin, divê bêyî ku dem bê windakirin serî li saziyeke tenduristiyê bê dan. Tespîta zû û destwerdana di wextê xwe de di parastina tenduristiya dil de jiyanê rizgar dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.