12 kesên ku li Sêrtê ji ber aşîtê di rê asê mabûn hatin xelaskirin

12 kesên ku li Sêrtê ji ber aşîtê di rê asê mabûn hatin xelaskirin

Li navçeya Xisxêra Sêrtê aşît ket xwarê û di encama aşîtê de 12 kesên ku di nav 4 wesayîtan de bûn asê mabûn. Di encama xebatan de welatî hatin xelaskirin.

Ji teref Walîtîya Sêrtê ve derheqê operasyonê de daxuyanî hat dayîn û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“12 welatîyên me ku di nav 4 wesayîtan de bûn ji ber aşîta ku li alîyê Xisxêrê ketibû asê mabûn ji teref ekîbên me yê Îdareya Taybet ya Bajêr ve bi şekleke ewle hatin xelaskirin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku xebat hêj didomin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.