12mîn a Pêşbirka Sîyerê tê tertîpkirin

12mîn a Pêşbirka Sîyerê tê tertîpkirin

Pêşbirka Sîyerê ya ku her sal ji teref Evîndarên Pêxember ve li giştîyê Tirkîyeyê tê tertîpkirin hat daxuyandin ku ew ê îsal jî di 12ê Sibata 2023yan de bê kirin. Hat destnîşankirin ku di encama pêşbirkê de ew ê dîyarîya imreyê jî bê dayîn.

Hat daxuyandin ku serlêdan ew ê di navbera 7ê Cotmehê û 22yê Çileya 2023yan de li ser sîteya înternetê a Evîndarên Pêxember bên kirin û pêşbirk jî ew ê di nav 4 kategorîyan de bê kirin.

Kategorîyên Pêşbirkê û kitêbên mesûl

Di daxuyanîya ku ji teref Fevzî Aydinê Serokê Medya û Danasînê yê Weqfê û Hamdî Aslanê Serokê Komîsyona Pêşbirkê yê Weqfa Evîndarên Pêxember ve hate belavkirin de weha hat îfadekirin:

“Kategorîyên pêşbirka me ewakî ye: Kategorîya Yekem: Xwendekarên sinifa 4emîn û 5emîn, kategorîya 2yemîn: Sinifên 6emîn, 7emîn û 8emîn, kategorîya 3yemîn: Xwedekarên lîseyê û kesên ku dibistanê naxwayînin û di sala 2007an de û piştî 2007an de hatine dinyayê, kategorîya 4emîn jî: Yên dine (kesên ku ji wan kategorîyên ku me eşkere kir cuda dimînin.)

Kitêbên pêşbirkê: Kategorîya 1emîn û 2yemîn: Kitêba ‘Pêxemberê min ê ‘Ezîz’ (Benim Canım Peygamberim) a ku ji Weşangerîya Semereyê ê ku ji teref Sadullah Aydin ve hatîye nivîsandin, kategorîya 3yemîn û 4emîn: Kitêba ‘Serwerê enbîya’ (Server-i Enbiya) yê ku ji teref Mehmet Emîn Sutçu ve hatîye nivîsandin û di Weşangerîya Semereyê de hatîye belavkirin e.”

Şertên Serlêdanê û agahîyên giştî

Aydin, destnîşan kir ku ew ê serlêdan di navbera 7ê Cotmehê û 22yê Çileya 2023yan de li ser sîteya http://peygambersevdalilari.com bê kirin, “Ew ê Pêşbirk, di navendên ku ji teref Weqfa evîndarên Pêxember ve di sîteya xwe ya fermî http://peygambersevdalilari.com de hatine belavkirin de, di 12ê Sibata 2023yan roja Yekşemê di seat 11.00-12.30yan de wê di yek rûniştinê de bê kirin. Xeyn ji van ji pêşbiran re jî ew ê li ser e-posta/smsê jî cihên wan yê têketina pêşbikrê bê agihandin.

Dîyarîyên pêşbirkê:

Aydin daxuyand ku hemû dîyarîyan ew ê li giştîyê Tirkîyeyê bên belavkirin, “Dîyarîyên me ev in: Di kategorîya Yekem de: Leptop, bisiklet, tablet, seatên mil ê biaqil û 400 dîyarî. Di kategorîya duyem de: Laptop, bisiklet, tablet, drone û teleskop û 600 dîyarîyên dinê. Di kategorîya sêyem de: Laptop, zêra çarik, tablet, dron û 150 dîyarîyên dinê. Di kategorîya çaremîn de jî: Laptop, zêra nîv, zêra çarik û seatên mila û 150 dîyarîyên dinê ew ê bên dayîn.

Xeyn ji van dîyarîyan, ew ê 3 heb imre jî hebe, ew jî ew ê ji kategorîya 3yemîn re 1 heb, kategorîya 4emîn re jî 2 heb bên dayîn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.