13 Mensûbên Talîban Hatin Berdan
Rayedarekî ji Konseya aşîtiyê a Afğan beyan kir ku îdara Îslamabadê 13 mensûbên Talîban serberst berdaye.
Rayedarekî ji Konseya aşîtiyê a Afğan beyan kir ku îdara Îslamabadê 13 mensûbên Talîban serberst berdaye.
Hat beyan kirin ku di nav kesên hatine berdan de kesên wek Enwer-ul Heq, Mela ‘Ebdusselam û Dawûd Celalî jî hene.
Dîsa hat beyan kirin ku Hukumeta Pakîstanê, dixwaze ku Mela Baradarê ku du sal berê hatibû girtin jî ber de. Mela Baradar serekê Talîban yê Duyem e. Di derbarê mijarê de Hukumeta Pakistanê hê tu beyanat nedaye.
Qerar pey hevdîtinên meqamên Pakîstanê û Konseya Aşîtiyê a Afğanîstan ku li Îslamabadê dihatin kirin hat beyan kirin.
Konseya Aşîtîyê a Afğanîstan, ji bo bi îdara Îslamabadê re hevdîtinan pêk bîne di serê vê heftê de Pakîstanê ziyaret kiribû. Heyeta Konseyê bi dîplomatên Pakîstanê bo aşîtiyê hevdîtinan pêk anîn. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.