13 şikdarên ku di warê fînansê de ji PKKê re alîkarî kirine hatin girtin
Li Diyarbekirê 13 şikdarên ku di warê fînansê de ji PKKê re alîkarî kirine hatin girtin.
Di wan operasyonên ku di wan rojên borî li Diyarbekirê li dijî PKKê hatibûn kirin de di warê destek û piştgirîya ku li PKKê tê kirin de hinek dokuman û daneyên dîjîtal hatibûn bidestxistin û hat îddîakirin bi belgeyan hatiye sabîtkirin ku hinek kes di warê fînansê de destek dane PKKê.
Di bergeha delîl û daneyên ku hatine bidestxistin de 53 kes bi îddîaya ku ji PKKê re desteka maddî kirine hatin binçavkirin û ji van 53 kesan tev de 13 kes hatin girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatiye belavkirin de derbarê mijarê de hat ragihandin di operasyonên ku di wan rojên borî li Diyarbekirê li dijî PKKê hatibûn kirin de di warê destek û piştgirîya ku li PKKê tê kirin de hinek dokuman û daneyên dîjîtal hatibûn bidestxistin û bi van belgeyan hatiye sabîtkirin ku hinek kes di warê fînansê de destek dane PKKê ku ji van kesan tev de 53 kes hatin binçavkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ji van 53 kesan tev de 13 kes hatin girtin û 40 kes jî hatin berdan.
Her wiha hat ragihandin ji hinek şîrketên ku hatine testpîtkirin ji PKKê re alîkarîya fînansî kirine re qayyûm hatiye tayînkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.