15 dermanên ku di nexweşiyên mîdê de dihatin bikaranîn hatin berhevkirin

15 dermanên ku di nexweşiyên mîdê de dihatin bikaranîn hatin berhevkirin

Saziya Cîhazê Tibbî û Derman a Tirkiyê daxuyand 15 dermanên ku tesîra wan a ‘domperîdon’ê heye û di nexweşiyên mîdê de tên bikaranîn hatin berhevkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Saziya Cîhazê Tibbî û Derman a Tirkiyê ve hatiye dayîn de derbarê mijarê  de hat diyarkirin  di encama lêkolînên zanîstî yên ku hatine kirin 15 dermanên ku tesîra wan a ‘domperîdon’ê heye û di nexweşiyên mîdê de tên bikaranîn  û dema ku demeke dirêj tên bikaranîn dibin sedema qirîza qelb hatin berhevkirin.

Li gor daxuyaniyê dermanên ku hatine berhevkirin ev in:

"DELOX 30MG SR PELLET KAPSUL, DEXGARD 30/30MG MR KAPSUL, DEXRİDON MR 30/10 MG KAPSUL, DOPROKİN-S ORAL SUSPANSİYON, DUEDOM 30/10MG KAPSUL, DUEDOM 60/10MG KAPSUL, DUOLANS 15/10MG KAPSUL, DUOLANS 15/30MG SR KAPSUL, DUOLANS 30/30MG SR KAPSUL, LACOMBI 15/10 MG KAPSUL, LACOMBİ 30/10 MG KAPSUL, RABECOMB 20/10MG KAPSUL, RABECOMB 20/30MG MR KAPSUL, RABELIS PLUS 20/10 MG KAPSUL, RABELIS PLUS 20/30 MG MR KAPSUL."

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.