15 Endamên Hamasê Hatin Girtin

15 Endamên Hamasê Hatin Girtin

Hêzên Îsraîla rejîma terorê, li hêla Şerîa Rojavayê, li Tulkerem û Nablûsê operasyon rast kirin

Hêzên Îsraîla rejîma terorê, li hêla Şerîa Rojavayê, li Tulkerem û Nablûsê operasyon rast kirin. Di operasyonan de 15 endam û mensûbên Hamasa hereketa berxwedana Îslamî, hatin desteserkirin. Hat gotin ku di nav wan de 2 parlementerên Filistînî jî hene. 

 
  Operasyon pêr bi şev, li bajarên el-Xelîl, Tulkerem û Nablûsê pêk hatin. Hat diyarkirin ku her dû parlementerên desteserkirî, berî niha jî gelek caran hatibûn binçavkirin. Kesên din bi pirranî xwendekar in.
 
  Li aliyê din hat diyarkirin ku li ser îddîa ku ji hêla Ğezzeyê 3 roket hatine avêtin Îsraîlê û qûbbeya hesin ya rejîma terorê derbas kirine, rejîma terorê jî rampayeke fuzeyê ya li herêma el-Kerameyê, kir hedefa êrîşê. Di êrîşa siyonîst de tiştek bi kesî nehat.
 
  Wekî tê zanîn sîstema qubbeya hesin, bi şirîkantiya Îsraîl û Emrîkayê hatiye çêkirin, lê li ber roket û fuzeyên Ğezzeyê, tu feydeyê nade.
 
BANGAHEQ
 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.