2 hezar û 18 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin

2 hezar û 18 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin

Midûriyeta Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku 2 hezar û 18 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin.

Midûriyeta Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku di navbera 17-23yê adarê da 1039 ji Afganîstanê, 57 ji Pakistanê û 1431 jî ji neteweyên din bi tevahî 2 hezar û 527 koçberên neqanûnî hatine girtin.

598 ji Afganîstanê, 38 ji Pakistanê û 1382 jî ji neteweyên din bi giştî 2 hezar û 18 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin.

Ji sersalê heta 23ê Adarê 7 hezar û 796 ji Afganistanê, 1406 ji Pakistanê û 15 hezar û 85 jî ji neteweyên din bi tevahî 24 hezar û 287 koçberên neqanûnî hatin şandin welatên xwe.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.