2 xwehên bercêwî yên ku ji dûyê sobê bi jehrê ketibûn li ba hev hatin definkirin
Li Sêrtê berî vê çend rojan 2 xwehên bercêwî ji ber dûyê sobê bi jehrê ketibûn û her du jî jiyana xwe ji dest dabûn. Her 2 xwehên bercêwî li ba hev hatin definkirin.
Bûyer li Perwariya navçeya Sêrtê li sikaka li pey Pazara Rûs a Taxa Nû qewimîbû . Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Cahîde Turk(23) û xweha wê ya bi navê Nahîde Turk(23) di heman malê de diman. Her du xwehên ku di heman malê de diman ji ber dûyê sobê bi jehrê ketin û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî karên otopsiyê her du xweh li Kîlîsa gundê Perwariyê li ba hev hatin definkirin.
Bi mirina bercêwiyan malbat perîşan bû. Dê Vecîde Turk diyar kir her du qîzên wê zarokên wan ên mezin bûn û her du jî mektebê dixwandin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.