20 Çavdêrên DYê Desteser Bûn

20 Çavdêrên DYê Desteser Bûn

Li gor xeberên hatine bidesxistin, mûxalîfên Sûriyê li herêma girêkên Golanê, dest dane ser 20 çavdêrên teşkîlata dewletên yekbûyî.

Li gor xeberên hatine bidesxistin, mûxalîfên Sûriyê li herêma girêkên Golanê, dest dane ser 20 çavdêrên teşkîlata dewletên yekbûyî. Teşkîlata dewletên Yekbûyî xeberê tesdîq kir û da zanîn ku, ji bo çareserkirina meselê heyetekê şandiye herêmê. Konseya ewlehiyê ya teşkîlatê, hadîseya desteserkirinê şermezar kir û xwest ku çavdêr derhal bên berdan. Ordiya Azad ya Sûriyê jî da zanîn ku, ji bo berdana çavdêran, çi ji destê wan bê wê bikin.

Mûxalîfan diyar kirin ku, ji bo berdana çavderên ku, li sînorê Sûriye-Îsraîl hatine desteserkirin, divê eskerên rejîma Esed, gundê Cemleyê biterikînin. Her wiha muxalîfan teşkîlata dewletên yekbûyî jî sûcdar kir ku, bi rejîma Esed re hevkariyê dike. 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.