20 Hezar Îmze

20 Hezar Îmze

Ji Bo Fîkret Bayram Kampanya Îmzeyê Digihê Amanca Xwe

Fîkret Bayram 14 sal e di hepsan de ye. Wicûda wî ji sedî 92 nalebite. Digel raporên wî jî nayê berdan. Ji ber vê yekê, ji bo ku ji teref serekcimhûr ve bê berdan, bi alîkar û pêşevaniya nivîskar Zeyneb Bozdaş ve kampaya îmzeyê hatibû li dar xistin. Kampanya digihê hedefa xwe. Li gor kampanyayê hejmara beşdaran zêdetirî 20 hezarî bû, wê îmze ji Serekcimhûr re bê şandin. Êdî beşdar meraq dikin bê ka wê serekcimhûr çi me’melê bike.

Li gor kampanyayê di beşdarîyê de bajarê Diyarbekir di pêş de ye, pey re Batman, Stenbol, Rûhayê, Edenê, Mêrdîn, Çabakçûr, Wan û Elezîz tên. Hat gotin ku ji dervê memleket jî, destek ji kampanyayê re hatiye dayîn. (bangaheq)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.