200 hezar çêlîkên masiyan hatin berdan Bendava Goksuyê

200 hezar çêlîkên masiyan hatin berdan Bendava Goksuyê

Li Çinara Diyarbekirê 200 hezar çêlîkên masiyan hatin berdan Bendava Goksuyê.

200 hezar çêliyên sazanan ên ku ji teref Midûrtiya Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ve ji Bendava Kebanê hatin anîn hatin berdan Bendava Goksuyê.

Qeymeqamê Çinarê Selamî Kaya, Midûrê Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê Murat Dagdevîren û midûrên şubeyan ên Karên Avê yên dewletê beşdarî bernameya berdana avê ya çêliyên masiyan bûn.

Dağdevîrenê ku Midûrê Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ye derheqê mijarê de diyar kir ew ê heta dawiya vê salê 4 milyon çêlîkên masiyan din jî berbidin golên bendavan.

Dağdevîren di berdewam axavtina  xwe de diyar kir  ew bi van xebatên ku dikin ji rexekî ve masîgiriyê dewlemed dikin û dû re wiha li axatina xwe zêde kir: “Di vî warî de em xebatan dikin. Me îro 200 hezar çêliyên sazanan ên ku ji teref Midûrtiya Herema 10emîn a Karên Avê yên Dewletê ve ji Bendava Kebanê hatin anîn  berdan Bendava Goksuyê.”(ÎLKHA)


















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.