200 xwendekar bi şipheya bijehrêketinê hatin rakirin nexweşxanê

200 xwendekar bi şipheya bijehrêketinê hatin rakirin nexweşxanê

200 xwendekarên ku li Karaza Diyarbekirê perwerdehiya veguhestinî dibînin bi şipheya bijehrêkerinê hatin rakirin nexweşxanê.

Hat ragihandin 200 xwendekarên 5 gundan ên  ku li Karaza Diyarbekirê perwerdehiya veguhestinî dibînin piştî fîravîna nîvro nexweş ketin. 200 xwendekar  bi şipheya bijehrêkerinê hatin rakirin nexweşxaneya Karazê. Hat ragihandin hinek ji xwendekaran sewqî nexweşxaneyên Diyarbekirê hatin kirin û hinek jî hatin tabûrcîkirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.