‘250 leşkerên fermandeya Dîcle fîrar kirin’

‘250 leşkerên fermandeya Dîcle fîrar kirin’

‘250 leşkerên fermandeya Dîcle fîrar kirin’

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyek ji nava fermandaye operasyonên Dîcle ragihand ku îro piştî nîvro, hêjmarek leşkerên girêdayî wê fermandeyê fîrar kirine.

Wê çavkaniyê di vê derbarê de wiha ji Rûdawê re got: “Îro (22.11.2012) fermandeya operasyonên Dîcle ferman da leşkerên Iraqê ku ber bi bilindahiya çiyayê Hemrînê ve biçin, lê 250 leşkerên wê fermandeyê li dijî wê biryarê derketin û amade nebûn wê fermanê cîbicî bikin. Wan leşkeran çekên xwe rakirin û çûn mal.”

Fermandeya operasyonên Dîcle berî 5 mehan bi fermana serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hatiye avakirin. Ew fermande serpereştiya sê firqeyên leşkerî yên li navçeyên cihê nakokiyan ên parêzgeha Kerkûk, Tigrît û Diyale dike.

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.