28ê Sibata Misrê
Laîkên Dilxwazê Mubarek, Gazî Ordiyê Dikin
Li Misrê Serekcimhûr Muhammed Mûrsî di aleyhê yargi û edliyê de hinek tevger bikar anîbûn. Sersewcî teqawîd kiribû. Feqet van tevgerên wî, li zora hinek laîkên dilxwazên dewra Husnî Mubarek çû. Ji ber vê yekê jî li meydana dest bi protestoyan kirin û girtin ser buroyên Îxwan, bi mensûbên Îxwan re şer kirin. Di protestoyan de gazî ordiyê kirin. Xwestin ku konseya Eskeriyê dîsa dest bavêje îdarê. Rewş û tewrê wan, ji teref medya Misrê ve, hat şibandinî 28ê Sibata Tirkiyê.
Qezeta Cimhûriyetê îfade kir ku van protestovan, hemî millet temsîl nakin û xwestina wan ya konseya eskeriyê dîsa were serî, derbeya li meşrûiyetê ye. Lewra kesekî ku bi hilbijartinên demokratîk hatiye serî heye.
Di rojên dawî de hinek kes û kenalên ku ji tevgerên Mûrsî nerazî, gazî ordiyê kiribûn ku konseya eskeriyê dîsa were serî.
Li aliyê din hat îfade kirin ku di hadîseyan de mensûbekî Îxwan hatiye qetilkirin. Îxwan naxwaze hadîse û gengeşî mezin bibe. Lê hemî ehlê dîn, terefdarê Mûrsî ne. www.bangaheq.net
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.