294 malên rojane hatin girtin
Ji teref Wezareta Karên Hundir ve hat ragihandin di navbera dîrokên 20-21ê Mijdarê de 204 malên rojane hatine girtin û ji xwediyê 921 malan re jî ceza hat birîn.
Ji teref Muşavîrtiya Pêwendiyên bi Xelkê û Çapemeniyê ya Wezareta Karên Hundir ve derbarê operasyonên ku li tevahiya Tirkiyê di navbera 20-27ê Mijdarê de hatine kirin de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat ragihandin di nava heftiyeke dawî de tev de 645 operasyon hatine lidarxistin û di van operasyonan de 5 hezar û 256 kesên şikdar êm ku tevlî sûcên cûrbecûr bûne hatine binçavkirin.
Di daxuyaniyê de her wisa hat destnîşankirin di navbera dîrokên 20-21ê Mijdarê de di bergeha kontrola malên ku rojane tên bikirêkirin de tev de 11 hezar û 449 mal hatine kontrolkirin û ji van malan tev de 204 mal hatine girtin û ji xwediyê 921 malan re jî ceza hat birîn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.