3 karkerên ku di febrîqeya jelatînê de jehrî bûn canê xwe ji dest dan

3 karkerên ku di febrîqeya jelatînê de jehrî bûn canê xwe ji dest dan

Li Bolûyê, ji 4 karkeran 3 karker ên ku di febrîqeya jelatînê de jehrî bûn canê xwe ji dest dan, hat ragihandin ku rewşa karkerek jî hêj giran e.

Bûyer, di febrîqeyeke ku ji postê heywanan jelatînê dihilbirînin de ya ku di Herêma Senayîya Organîzeya Karma Gerede ya li navçeya Geredeya Bolûyê de ye pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 3 karkerên ku ji bona wanaya ku di odeya safîkirina febrîqeyê de ye kontrol bikin çûn û cardin nehatin.

Piştî nehatina karkeran xeber ji ekîbên îtfaîye, tenduristî û AFADê re hate şîyandin.

Ekîbên îtfaîyeyê ku maskeyên oksîjenê dan ber devê xwe û ketin cihê bûyerê, destnîşan kirin ku 3 karker canê xwe ji dest dane.

Piştî tehqîqata ekîbên AFADê hat tespîtkirin ku li cihê bûyerê gelek zêde hîdrojen sûlfûr, amonyak û karbonmonoksît heye.

Walîyê Bolûyê Erkan Kiliç, daxuyand ku di encama bûyerê de 3 karker canê xwe ji dest dan û rewşa karkerek jî giran e. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.