30 derece dibin sifrê de frengi tê hilberandin
Li navçeya Giyadîna Agiriyê ya ku germahî di bin sifrê de 30 dereceye ji ava jeotermelê frengi tê hilberandin.
Li navçeya Giyadîna Agiriyê ya ku germahî di bin sifrê de 30 dereceye di saya têhna ava jeotrmelê de di serayan de frengi tê hilberandin.
Li Giyadînê di 2 serayên frengiyê yên ku li ser 40 dekar erdê hatiye sazkirin de di saya têhna ava jeotrmelê de di salekî de 600 ton frengî tê hilberandin.
Li navçeya Giyadîna Agiriyê ya ku germahî di bin sifrê de 30 dereceye di saya têhna ava jeotrmelê de di serayan de frengi tê hilberandin. Di serayê de niha 50 karker dixebitin. Frengiyên ku li vir tên hilberandin di serî de Stenbol, Enqere, Antalya ji gelek bajarên Tirkiyê re tê şandin.
Mihendisê zîreatê Vahît Yaşliyê ku di serayê de wezîfedar e wiha axivî: “Em di serayê de bê ax frengî hildiberînin. Em hesadê bi sîstema otomasyonê dikin û bi sîstema çilkînê av didin. Em bi ava jeotermale him qadê germ dikin û him jî firengî hildiberînin. Li derve germahî di bin sifrê de 30 derece ye. Em jî li ser erda 40 dekarê de di germahiya 20-25 dereceyê frengî hildiberînin.Ev nîmetekî Xweda ye. Her wiha maliyeta wê zêde tune.”
Mihendisekê din Hatîce Savci wiha destnîşan kir: “Em ji sibê tên karên xwe yên rojane dikin. Ji xwe ji ber ku her tişt bi sîstema otomasyonê tê kirin em bi destê xwe tiştekî nakin. Karker tên bi karên peşkandinê re mijûl dibin. Em jî alîkariya wan dikin ku frengiyekî xweş çêbe. Pirraniya karkerên me pîrek in. Em wan îstîxdam dikin da ku wek aborî alîkariya malbatên xwe bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.