300 malbatên Xanesorê ji tirsa PKKê newêrin vegerin malên xwe
Rêveberê Nahiyeya Sinûnê Nayif Seydo destnîşan kirji tirsa PKKê 300 malbatên Xanesorê koçberî Çiyayê Şingalê bûne û newêrin vegerin malên xwe.
“Ji ber êrîşa PKKê ya li Xanesorê zêdetirî 300 malbatên din ên Xanesorê careke din koçber bûn”
Nayif Seydo Rêveberê Nahiyeya Sinûnê di daxuyaniya ku da ji malpera KDP.info re di derbarê rewşa dawî ya Xanesorê de wiha diyar kir: “Piştî bûyera Xanesorê ku çekdarên PKKê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, hejmareke malbatên Sinûnê û zêdetirî 300 malbatên din ên Xanesorê careke din koçber bûn û çûn ser Çiyayê Şingalê. Xelkê Sinûnê hemû vegeriyane û Hêzên Pêşmerge wan diparêzin, lê xelkê Xanesorê ji ber ku PKK li bajarokê wan e, malbatek jî hêj venegeriyaye û newêrin vegerin û heta ku PKK li wir be jî venagerin.”
“Ji ber PKK wek metirsî li ser jiyana xwe dibînin”
Seydo di berdewama axavtina xwe de qala tesîra neyînî ya PKKê kir û wiha got: “Xanesor mezintirîn komelgeha Şingalê ye û berê 31 hezar kes tê de bûn, lê niha hezar kes venegeriyane wir. Heta PKK li navçeyê be, ew naxwazin vegerin ser malên xwe, ji ber PKK wek metirsî li ser jiyana xwe dibînin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.