34 xwendevan bi şibheya bijehrêketinê rakirin nexweşxanê
Li Hezoya navçeya Êlihê 34 xwendevanên dibistanan destpêkê bi şibheya bijehrêketinê rakirin nexweşxanê.
Hat ragihandin li mekteba Çayonuya Hazoyê 34 telebeyên dibistana destpêkê piştî xwarinê ji ber giliyên verişîn û dil xelînê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezo. Xwendekarên ku rakirin nexweşxanê piştî ku hatin muayenekirin re serum bi wan ve kirin.
Di derbarê bûyera ku rû daye de weliyên xwendekaran destnîşan kirin di dema pêvajoya perwerdehiyê de gelek caran bûyerên wisa diqewimin; lewra ew şîrketên xwarinê yên xwarinê belav dikin nayên kontrolkirin. Welî her wiha dest nîşan kirin bila rayedar dest bavêjin vê meselê.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.