39 girtîyên ku di zindanên îşxalkeran de bûn hatin xelaskirin

39 girtîyên ku di zindanên îşxalkeran de bûn hatin xelaskirin

Piştî gava teslîmkirina 13 sîyonîstan a ji teref HAMASê ve di çarçoveya peymana teqasa êsîran de atin teslîmkirin, 24 jê pîrek, 15 jê zarok tevde 39 girtîyên Fîlîstînî yên ku di zindanên sîyonîstan de bûn hatin serbest hiştin.

Di navbera Hamas û rejîma îşxalker a terorîst yê ku ev bû 49 roj e li Xezzeyê qetlîam û qirqirinê dike de teqasa êsîran tê kirin.

Di çarçoveya peymanê de ew ê serê ewil HAMAS, 13 îşxalkerên sîyonîst ku di destê wî de ne wê serbest berde û li hember vana jî wê 24 jê pîrek, 15 jê zarok tev de 39 girtîyên Fîlîstînî bên serbesthiştin.

Peymana ku bi HAMASê re hat kirin, di 24ê Mijdarê roja Înê de di seat 07.00an de (li gorî seata Tirkîyeyê di seat 08.00an de) ket rewacê. Li gorî vê peymanê ew ê ji pevçûnan re 4 roj navbera însanî bê dayîn. Ew ê li hember 50 sîyonîstên ku di destê HAMASê de ne, 150 girtîyên Fîlîstînî ên ku di zindanên îşxalkeran de ne bên berdan. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.