40 gundên din ên aîdî Mislimanan hatin şewitandin
Li gor daneyên ku ji teref Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan belav kiriye ji meha cotmehê vir ve li Arakanê 40 gundên din ên Mislimanan hatin şewitandin.
Li gor dîmenên stalaytê yên ku ji teref Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan ve hatine belavkirin li Arakanê 40 gundên din ên Mislimanan hatin şewitandin.
Dîrektorê Asyayê yê HRWyê Brad Adams derbarê mijarê de diyar kir “Ev rewş nîşan dide ku ew sozên ku di warê vegerîna bi şikleke ewlehî de hatine dayîn ji xapandinê pê ve ne tiştek e.”
Adams di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew dîmenên stalaytê yên ku hatine weşandin nîşan didin ku gund hatine şewitandin û ew daxuyanîyên ku ji teref hikûmeta Mynamerê ve derbarê şewitandina gundan de hatiye dayîn ne rast e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Berî di warê vegerîna Mislimanên Arakanî bi bişkelek ewlehî hatibû dayîn ku divê ji van sozan bawer nekin. Di wan êrîşên ku ji 25ê Tîrmehê vir ve hatine kirin de heta niha bi hezaran Misliman jiyana xwe ji dest dan.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.