5 kesên ku li ser medyaya civakî propaganda PKKê dikirin hatin girtin

5 kesên ku li ser medyaya civakî propaganda PKKê dikirin hatin girtin

Li Entabê li dijî kesên ku li ser medyaya civakî propaganda PKKê dikirin bi alîkariya ÎHAyan operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonan de ji 6 gûmanbarên hatin binçavkirin jê 5 kes hatin girtin.

Li Entabê li dijî kesên li ser medyaya civakî propaganda PKKê dikirin  bi alîkariya ÎHAyan operasyon hat lidarxistin. Di encama operasyonan de ji 6 gûmanbarên ku hatin binçavkirin 5 kes hatin girtin. 

Lêpirsîna ku ji teref Serdozgerê Komare yê Entabê ve dihat meşandin ve di hefteya borî de li navenda bajêr û navçeyên Nizîb û Nûrdagi li dijî kesên li ser malpera civakî propagaya PKKê dikirin û bi derewên bê binî heqaret li serokomar, dewlet û hikumetê dikirin de xebat hat kirin û 6 kesên di malên wan de lêgerîn hat kirin hatin binçavkirin.    

6 gûmanbarên hatin binçavkirin piştî xebatên wan yên li emniyetê jê 5 kes hatin girtin û kesek jî bi şertê qontrola edlî serbest hat berdan.

Di bergeha operasyonê de berî niha 7 gumanbarên din jî hatibûn girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.