5 partîyan siyasî bila we alîkarîya ku dê ji xazînê bistînin ji welatîyan re belav bikin

5 partîyan siyasî bila we alîkarîya ku dê ji xazînê bistînin ji welatîyan re belav bikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamê ku paketên desteka aborî yên ku ji ber Coronavîrusê hatin daxuyandin nirxand banga “fedakarîyê” li wan partîyên siyasî yên ku ji xazînê destekê distînin kir.

“Ew alîkarîya ku dê ji xazînê ji bo partîyên siyasî bê kirin divê ji bo wan kesên ku bêkar mane û muxtac in bê bikaranîn”

Saglam di destpêka daxuyanîya xwe de diyar kir mîqtara alîkarîya ku dê di sala 2020î de ji xazînê ji bo partîyên sîyasî bên kirin hatin daxuyandin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Li gorî daxuyanîyê ew ê di sala 2020î de ji partîyan re ji teref dewletê ve 419 milyon TL alîkarî bê kirin. Di vê wexta ku lê xazîne vala bûye û ji welatîyan tê xwestin ku destek bidin kampanyaya alîkarîyê de em banga fedakarîyê li wan partîyên siyasî yên ku ji xazînê destekê distînin dikin. Divê li Tirkîyê êdî dawî li wê kevneşopîya fedakarîya ku bes ji xelkê tê xwestin bê kirin bê anîn. Di vê pêvajoyê de ya rast ew e ku ev partîyên siyasî wê alîkarîya ku dê ji xazînê bistînin ji dêla ku di kasayên xwe de bi cî bikin divê ji bo wan welatîyên ku di vê pêvajoyê de ji kar hatine derxistin an jî bêkar mane û muxtac in bi kar bînin. Ji ber vê yekê em bang li wan partîyên siyasî yên ku dê ji dewletê destekê bistînin da ku di warê fedakarîyê de serî bikşînin û vê alîkarîya ku dê bistînin hîbe bikin.”

“Paketên destekê yên îqtîsadê ne bes in lê gavên muhîm in”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir di vê pêvajoyê de her çi qas polîtîkayên tenduristîyê hebin jî divê ehemîyyet bê dayîn ji wan tevdîrên îqtîsadî re  û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê ew tevdîrên  îzalasyonên civakî zirarê nedin bingeha îqtîsadê. Ew ê gavên ku di wextê wê de neyên avêtin dê zirareke mezin bidin civakê. Digel vê yekê bi heqê wê îqtîsad di rojevê de nayê girtin û di vî warî de gavên hewce nayên avêtin. Di vê di wextê herî tengasîyê de dewlet  pêdivîyên zarûrî yên welatîyên ku tedarik bike û nehêle ku ew mecbûrî faîz û bankayan bimînin. Ev yek pêdivîya bûyîna dewleta civakî ye. Di van rojên ku însan lê bi mirinê re bi xwe rû bi rû mane de însan bi faîzê tên deyndarkirin ku ev yek ji bo Tirkîyeya ku ji sedî 99ê wê Misliman e tiştekî kovandar e.”

“Ji bo çandinîyê ew erdên xazînê bi şikleke bêheq ji wan cotkarên ku erdên wan tune ye re bê dayîn”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê dewlet kredîya bê faîz ji hilberîner, sanayîvanan re bide û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Di vê pêvajoyê de qet nebe salekê ji dikandar, sanayîvan û hilberînan re kredîya bêfaîz bê dayîn ku ev yek pêdivîya bûyîna dewleta civakî ye. Divê ji wan deynên ku hatine taloqkirin jî faîz neyê girtin. Divê ew welatîyên me yên ku emrê wan ji 20 salan biçûktir in û derketina wan derve hatiye qedexekirin; heke di sazîyên kamûyê de an jî di sektora taybet de dixebitin divê bi destûra îdarî bên hesibandin. Her wisa divê xebateke mîna “Tirkîyeya Min!Em Têra Hev Dikin” ji bo wan kesên xwedî mal û milk jî bê destpêkirin û ji wan kesên ku di kirê de ne muafîyeteke 3 mehane bê tesîskirin. Ev yek zarûrî ne da ku pîyasa rihet bike. Her wisa em cardin ji ber ku muhîm e vê banga xwe dubare dikin; divê xebat bên kirin da ku pêşîya çandinî û ajalvanîyê neyê girtin û welatî bi şikleke hêsan bigihijin xurek û erzaqê. Divê hikûmet vê mijarê de têxe nava wan mijarên ku herî muhîm in û divê çavkanîyên xwe ji bo ewlehîya xurekê seferber bike. Ji bo çandinîyê ew erdên xazînê bi şikleke bêheq ji wan cotkarên ku erdên wan tune ye re bê dayîn.”

 “Divê mafên wan xebatkarên tenduristîyê bên parastin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de banga zêdetirina tevdîrên ku ji bo xebatkarên tenduristîyê tên standin kir û dû re wiha got: “Li gorî daxuyanîya Wezîrê Tenduristîyê zêdetirî 600 xebatkarên tenduristîyê bi Coronavîrusê ketin. Rewşa mewcûd her ku diçe xirabtir dibe ku ji ber vê  yekê wisa xuya dike elzem e ku tevdîrên ku hatine standin bên zêdekirin. Erka wan personelên me yên tenduristîyê yên ku  jiyana xwe davêjin xeterê û fedakarane dixebitin jî li ber çavan e. Gelek muhîm e ku ewlehîya cihên ku ew lê dixebitin  bê tesîskirin. Divê amûrên wan ên ku xwe pê muhafeze dikin ne kêm bin û fikarên ji ber vê yekê ji rastê bên rakirin ku ew ê ev yek bi şikleke erênî li ser xebata wan û psîkolojîya wan bike.”

 “Divê ji bo wan personelên ku ji şobê tesîrdar bûne verastkirina qanûnî ya lazim bê kirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew xebatkarên tenduristîyê yên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dane “Şehîd” bên hesibandin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Divê ji bo wan personelên ku ji şobê tesîrdar bûne verastkirina qanûnî ya lazim bê kirin û divê ew xebatkarên tenduristîyê yên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dane “Şehîd” bên hesibandin. Xebatkarên me yên tenduristîyê wesayîtên navbajêr ên civakî bi kar tînin ku ev yek him ji bo wan û him jî ji bo welatîyan gelek zêde bi rîsk e. Ji bo pêşîya belavbûna şobê bê girtin divê xebatkarên tenduristîyê  bi wesayîtên taybet bên birin û anîn û ji bo wan stargehên bi ewlehî bên sazkirin.”

 “Divê derheqê vîrusê de agahdarîkirina bi sihhet bê kirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de  banga agahdarîkirina bi sihhet kir û diyar kir: “Tê xuyakirin ku di warê  îzalasyon û tevdîrên ku dê di bergeha şoba Covîd-19an de bên standin de bi şikleke bi sihhet agahdarkirin nayê kirin. Nexasim ew kesên ku ne ehlê vî karî ne  derdikevin televîzyonan  û derheqê şobê de agahîyên  ne zanistî didin ku ev yek dê bibin sedema tiştên nebaş.Di vê bergehê de divê agahdarkirin ji teref kesên ku pisporê karê xwe bûn ve û di bin   ronahîya tecrubeyan de  bê kirin. Divê welatî bên şiûrkirin ku her yek ji wan hilgirekî potansîyel e û divê bes ne xwe bi heman awayî kesên derdora xwe jî bifikire. Divê her tim di bîran bê xistin ku ger kesek ji ber îhmalê bibe sedem kesekî din bi şobê bikeve ev yek vebaleke mezin e.”

 “Divê bi agahîya rast civak bê agahdarkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê ji bo wan kesên ku nexweşîyên mîna qalb, onkolojîk hene û divê muheqqeq biçin xestê navendê diyarkirî bên tesîskirin, agahdarîkirina di vî warî de ji teref hekîmên malbatê ve bê kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Divê gotinên ku di warê bikaranîna maske, kolonya û şêwazên din ên parastina xwe de li hev nagirin de tevlîhevîya heyî bê çareserkirin û divê bi agahîya rast civak bê agahdarkirin. Ji bo di warê  derneketina ji malê û îzalasyona civakî de di nav  civakê de şiûr çêbibe divê digel partîyên siyasî û sazîyên civakî yên sîwîl re xebat bê kirin.”

 “Divê bi wê qanûna înfazê wicdana raya giştî neyê birîndarkirin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew Yûsufîyên ku mexdûrên daraza 28ê Sibatê û FETO ne hêj di girtîgehê de ne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Hikûmet digel temamê daxwaz û bertekên gel, guh neda daxwazên gel û bes ji bo komekê verastkirina înfazê amade kir û vê pêşnûmayê pêşkêşî meclîsê kir. Bi vê pêşnûmayê de ew qelebalixa di girtîgehan de qismen bê kêmkirin û ew ê ji alîyê din ve wicdanê raya giştî birîndar bike. Di vê heyamê de hikûmet ji testa samîmîyet û însanîyetê derbas dibe. Ew Yûsufîyên ku mexdûrên daraza 28ê Sibatê û FETO ne û bi delîlên sexte û bi kumpasan hatin xistin girtîgehê hêj di girtîgehê tên girtin. Ev însan mexdûr in, çareserkirina mexdûrîyeta van însanan deynê însanetîyê ye. Îro pêdivî bi verastkirineke ku pê qerarên bêhiqûqî û xelet bên çareserkirin heye.”

 “Em bang dikin, divê qanûna ku dê bê derbaskirin edaletê îcra bike”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir divê verastkirina qanûnê ji polîtîkayên rojane re neyê kirin alet û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Di girtîgehan de qelebalixeke zêde heye ku li wan deran ji ber Coronavîrusê îzalasyona civakî bi rihetî nikare bê kirin ku di nav van însanan de tercîhkirina hinek kesan ne exlaqî ye. Ji ber vê yekê em wek HUDA PARê di çarçoveya şîara xwe ya “Pêşî Însan Pêşanî Edalet” de vê bangê dikin: Divê verastkirina qanûnê  ya ku ji meclîsê re hatiye pêşkêşkirin ji polîtîkayên rojane re neyê kirin alet û divê qanûna ku dê bê derbaskirin edaletê îcra bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.