Li Nisêbînê kêliya lihevketina otomobîl û motorsîkletê di kameraya ewlehiyê de hat kişandin

Di qezaya ku şeva borî li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qewimî de, di encama qezaya ku otomobîl û motorsîkletek li hev qelibîn de 2 kes birîndar bûn. Dema qezayê ji kamerayên ewlehiyê hat kişandin.

Qeza li çarrêya Kolana Sakarya û Kolana Akasya ya Meheleyê Selahaddîn Eyyûbî ya navçeya Nisêbînê pêk hat.

Di dîmenên ku ji teref kamerayên ewlehiyê hatin kişandin de tê dîtin ku otomobîlek li kuçeyê ajot û bi motorsîkleteke ku ji kuçeyê derketiye û du kes tê de bûn li hev dikeve.

Ajokarê otomobîlê û welatiyên derdorê ji bo 2 kesên ku di encama qezayê de li erdê ketin bi lez û bez mudaxele kirin.

Birîndar bi ambûlansê hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.