500 kewarên mêşên hingiv ên ku di kemyonê de bûn şewitîn

500 kewarên mêşên hingiv ên ku di kemyonê de bûn şewitîn

Li Çêrmûk'a navçeya Diyarbekir'ê di şewata ku li kamyonekê derket de 500 kewarên mêşên hingiv şewitîn. Yaşar Olmez'ê ku xwediyê kewaran bû diyar kir ku 750 hezar TL zirara wî çêbû ye.

Yaşar Olmez'ê(38) ji Edene'yê, 500 kewarên mêşên hingiv li Sîvrîce'ya Xarpêt'ê xist kemyona kirêkirî ya bi plaka 06 DL 4016. Olmez'ê ku mêşvanîyê dike bi 'ereba xwe ji bo çûyîna Pirsus'a navçeya Riha'yê li pey kemyonê derket rê.

Dema ku gihaşt derketina Çêrmûk'ê di kemyonê de şewat derket. Li ser îxbarkirinê, ekîbên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê û midaxeleyî agir kirin. Şewata ku li wê carinan teqîn çêdibû û kewarên giştikî jê zirar dîtibû, bi midaxeleya îtfaiyeyê hat vemirandin. Bûyer bi kameraya telefonê hat kişandin.


Yaşar Olmez

"Xeyrî vê tu karê min tune ye, ez nizanim ezê çi bikim"

Yaşar Olmez di daxuyaniya xwe de werê got: "Mêş şewitîn, giştik debara min çû. Xeyrî vê tu karê min tune ye, ji ber vê yekê ez nizanim ku ezê çi bikim. 500 kewarên mêşên hingiv şewitîn. Ez li benda alîkarîya herkesî me. Bila dengê min bibihîzin. Nezî 750 hezar TL zirara min heye." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler