'500 Welatiyên Tirkiyê Tevlî Şerê Sûriyê Bûne'

'500 Welatiyên Tirkiyê Tevlî Şerê Sûriyê Bûne'

Li gorî raporeke MÎTa Tirkiyê, herî kêm 500 welatiyên Tirkiyê tevlî şerê navxwe yê Sûriyê bûne ku hinek jê tevlî grûpên îslamî bûne û hinek jî alîkariya rêjîma Beşar Esed û hinek jê jî tevlî refên YPGê ya PYDê bûne.

Li gor rojnameya Taraf a Tirkiyê, rêxistina îstixbarata Tirkiyê (MÎT) derbarê welatiyên Tirkiyê yên tevlî şerê navxwe yê Sûriyê bûne, raoprek amede kiriye û radestî hikûmetê kiriye.

Rapor dibêje, zêdetirî 500 welatiyên Tirkiyê weke şervan beşdarî şerê navxwe yê Sûriyê bûne ku hinek ji wan şervanan di bin navê Cîhadê de derbasî Sûriyê bûne û tevlî grûpên radîkal ên girêdayî artêşa Azada Sûrî bûne, hink kes jî alîkariya rêjîma Beşar Esed dikin, û beşa dawî jî tevlî Hêzên leşkerî yên girêdayî PYDê bûne.

Rapor radighîne ku ew kesên ku tevlî artêşa azad bûne jî du beşin, beşek ji wan di bin rêbaz û bîrdoziya îslamiyên tundrew de, li nav hêzên komên çekdar de şer dikin, û beşê din jî cerdevanên bakurê Kurdistanê ne, ji ber ku ew cerdevan piştî ku şer di navbera PKKê û dewleta Tirkiyê de rawestiya û pêvajoya aşitî dest pê kir, zirar dîtin û çûn Sûriyê û niha li wir jî mehê 1500 dolar distînin.

Rapor dîsa diyar dike ku, ew kesên ji bo cîhadê çûne Sûriyê tevlî wan komên biyaniyan ên ku ji herderê cîhanê de hatine,dibin, û bêhtir ew li dijî Kurdan şer dikin, û dîsa ew kesên cerdevan yan ew şervanên bi pera kar şer dikin jî li dijî hêzên YPG û Cebhet el Ekrad de şer dikin.

Di raporê tê xuyakirin ku pereyên wan şervanan, ji berîkê gelek karsazên Sûrî yan jî pereyên ku dewletên alîgirê opozîsyona leşkerî ya Sûriyê dikin de tê, lê beşê ku tevlî hêzên Kurdan dibin, ew bêpere şer dikin û piraniya wan jî alîgirên PKKê ne.

Rapora îstixbarata MÎTa Tirkiyê dest nîşan dike ku, piştî şerê du sal û nîvê li Sûriyê, nêzîkî 1200 rêxistinên leşkerî yên ku li dijî rêjîma Esed şer dikin, hatine damezrandin û her yek ji wan jî girêdayî aliyekî yan jî dewletekî ne û di nav van dewletan de dewletên Ereb, ewropî û herêmê jî hene, lê piraniya van grûpan îslamî ne.

Li gorî raoprê, Beşar Esed jî leşkerên bi pera girtine, lê leşkerên Esed bêhtir ji Libnan, Iraq û Îranê ne , ew şervan jî mehê derdora 1500 dolarî distînin.

Di dawiyê de, rapora istixbaratê dest nîşan dike ku niha hat fêm kirin çima Emerîka êrîşî Sûriyê nekir û operesyon li dar nexist, ji ber ku Emerîka û Ewropa ji qonaxa piştî Esed ditirsin, ji ber ku rêjeya mezin ji van komên çekdar îslamiyên radîkal û tundrewin, ku eger rêjîma Esed bikeve ewê bibin desthilat û wê demê wê ewlekariya dewletên herêmê û berjewendiyên Emerîka têkeve metirsiyê. (Rûdaw)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.