551 Kes Reviyan

551 Kes Reviyan

Ji Sûriye Reva Esker û Sivîlan Didome

Rewşa Sûriye xerabtir dibe. Li gundê Hamayê hejmara kuştiyan bi ser 300 kesî ket. Operasyonên hêzên Esed dewam dikin, eskerên Esed jî, mîna hovê har, êrîşî sivîlan dike. Ji ber zulma Esed rev jî dewam dike.

Xeberan diyar kir ku 400ê wan Turkmen, 9ê wan birîndar, tevlî 2 generalan, yekûn 551 kes ji Sûriye, di navçeya Reyhanli re derbasî Tirkiye bûn. Ên esker, li çadirqempa Apaydinê bicîh bûn.

Yên din jî şandin Ceylanpinar û Îslahiyeyê. Kesên birîndar jî rakirin nexweşxana. Turkmenan,  di çadirqempa Yayladaği bicîh kirin.

Wekî tê zanîn bi deh hezaran multeciyên Sûriye, derbasî Tirkiye bûne. Ên tên jî, ji kul û derda xelas nabin. Çendakî berê, li çadirqempeke wan, şewat derketibûn. Çend kes can dabûn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.