571 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin

571 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin

Di serdegirtinên ku li Tuşbaya Wanê hatin kirin de tevde 571 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin.

Di daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya Wanê ve hatiye dayîn de hat ragihandin  di serdegirtinên ku li Taxa Selîmbey û Seyrantepeya Tuşbayê hatin kirin de tevde 571 hezar paket cixareyên qeçax hatin bidestxistin û kesên bi navê Î.H., A.O. ,M.N.K. û  A.E.  hatin binçavkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin kesê bi navê A.O. bi şerta kontrola edlî û kesên bi navê Î.H. û A.E.  hatin serbestberdan û kesê bi navê M.N.K. hat girtin.

ÎLKHA



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.